Dewama cinayetên Siyonîstan li Xezzê
Wezareta Tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku artêşa Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.
Wezareta Tendirustiya Filistînê ragihandiye ku di encma van êrişan da 28 kes şehîd bûne û 54 kes jî birîndar bûne ku hinek şehîd û gorî hîna di bin kelefe û kaviliyan da mane û dagirkir nahêlin ku meytên wan werin derxistin.
Çavkaniyên nûçeyan jî basa birîndarbûna polîsekî siyonîst li Milyatî li bakûra Filistîna Dagirkirî kirin. Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heta nika gihîştiye 44 hezar û 786 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 106 hezar û 188 kesan. Tevî van hemû cinayetan, Rejîam Siyonîst ji xwe mukur hatiye ku bi derbasbûna 431 rojan ji şêrr, hîna nekariye bigihîje armancên xwe yên ji vî şerrî yanê jinavbirina Tevgera Hemasê û vegerandina girtiyan ji Zîvala Xezzê.