Kanûn 07, 2024 18:56 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê derbarê şehîbûna 44 hezar û 664 kesî û birîndarbûna 105 hezar û 976 kesî ji destpêka destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê agahî da.

Li daxûyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ku di 428emîn roja şer de hatiye weşandin, hatiye: Di 24 sietên derbasbûyî de artêşa siyonîst li zîvala Xezzeyê 4 cinayet pêk anîne ku di encamê de 52 filistînî şehîd bûne û 142 filistînî jî birîndar bûne.

Di vê daxuyaniyê de her wiha hatiye: Bi hesabkirina van şehîd û birîndaran ji destpêka êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê ji roja 7`ê Cotmeha 2023`an heta niha 44 hezar û 664 filistînî şehîd  û 105 hezar û 976 filistînî jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê her wiha ragihand ku bi sedema berdewamiya êrişan, heya niha termên hejmarek şehîdan di bin kavilan de mane û saziyên alîkariyê nikarin wan peyda bikin û  wan bo navendên tenduristiyê veguhêzin.

Serepeyv