Kanûn 06, 2024 17:46 Asia/Tehran
  • Hemas: Bila civaka cîhanî lawaziya xwe ya bi serşorî bona sekinandina êrişên Îsraîlê bi dawî bîne

Tevgera Hemasê ji civaka cîhanî xwest lawaziya xwe ya bi serşorî ya bona sekinandina êrişên Rejîma Siyonîst ser xelkê Filistînê li Zîvala Xezzê bi dawî bînin û di vî warî da tedbîrên lezgîn bigirin ber xwe.

Tevgera Berxweana Îslamî ya Filistînê(Hemas) ragihand ku bombebaran û êrişa dagirkiran ser nexweşxaneya Kemal Edwanê tê wateya pêkutiya li ser ramalîna etnîkî û koçberkirina bi darê zorê ya Filistîniyan. Vê tevgerê pêgîrî kir: Em ji Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê daxwaza şandina komîteya navnetewî ya lêkolînê li ser ya ku nexweşxaneya Kemal Edwan û sîstima tendirustiyê pê re rûbirû ne dikin.

Hemasê ji civaka navnetewî daxwaza işkandina vê xeleka lawazî ya biserşorî û girtina ber xwe ya tedbîrên demlidest ji bo sekinandina êrişên rejîma dagirkir dijî xelkê Filistînê kir.

Serepeyv