Kanûn 06, 2024 16:28 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê

Wezareta tendirustiya Filistînê liîvala Xezzê hejmara şehîd û birîndarên 427 rojan şerr û cinayeta berdewam a Rejîma Siyonîst dijî xelkê Xezzê ragihand.

Wezareta tendirustiya Xezzê di daxuyaniyekî da ragihand: Rejîma dagirkir a Siyonîst di 24 saetên buhurî sê cinayet li Zîvala Xezzê cih anîn ku di encamê da 32 kes şehîd bûn û 95 kes jî birîndar bûn. 

Wezareta tendirustiya Xezzê pêgîrî kir: Hejmara şehîdên şerrê Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika gihîştiye 44 hezar û 612 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 105 hezar û 834 kesî. 

Tevî van hemû cinayetana Rejîma Siyonîst ji xwe mukur hatiye ku bi derbasbûna 427 rojan ji şêrr hîna negihîştiye armancên xwe yên ji vî şerrî yanî jinavbirina Tevgera Hemasê û vegerandina girtiyên Siyonîst ji Zîvala Xezzê.

 

Serepeyv