Rewşa metirsîdar a birîndarên Xezzeyê
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê derbarê rewşa metirsîdar a nexweş û birîndarên jînosayda Rejîma Îsraîlê li zîvala Xezzeyê hişyarî da.
Xelîl El-Deqran got: Sînor û qedexeyên li ser çûyîna nexweş û birîndaran bo derveyî Zîvala Xezzeyê ji ber têkçûna nijyarên tenduristiyê yên vê navçê di encama berdewamiya êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst de tim berdewam e.
El-Deqran bal kişand ser vê yekê ku dagirkerên siyonîstên hemû dergeh girtine û nahêlin derman û kelûmelên pizîşkî derbasî nava zîvala Xezzeyê bibin û got, nêzîkî 30 hezar nexweş û birîndarên hewcedarê dermankirina li dervey zîvala Xezzeyê û 10 hezar nexweşên penceşêrê ku di nava wan de 2 hezar û 500 zarok jî tên dîtin, li ber metirsiyê de ne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê herwiha derbarê êrişa siyonîstan a bi qest ser kadroyên pizîşkî û tenduristiyê agahî da û ragehand: kesên hanê heta ji xwarek û cihê ewlehî jî bêpar in.