Qedexeya seferên derveyî bo efserên siyonîst
Kanûn 04, 2024 18:17 Asia/Tehran
Rojnameyeke siyonîstan eşkere kir ku artêşa Îsraîlê hişyarî daye leşkerên vê rejîmê ku bila sefera derveyê erdên dagirbûyî nekin.
Rojnama siyonîst a Yediot Aharonotê nivîsiye ku piştî dayîna hikmê girtina Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst û Yoav Galant wezîrê wêdebirî yê vê rejîmê, artêşa Israîlê ji efser û leşkerên di şerê Xezzeyê re ragehandiye ku sefera dervey erdên dagirbûyî nekin da ku neyên girtin.Rejîma Siyonîst heta niha bi dehan parêzer li deverên curbicur ên cîhanê têkildarî vê meselê xebitandine.