Dewama cinayetên artêşa Siyonîst li Xezzeyê bo 425 rojaên li pey hev/ Jînosayda li bakurê Xezzeyê zêde bûye
Cinayeta artêşa siyonîst derheq jînosayd û komkujiya gelê bêberevan ê Xezzeyê bo roja 425-emîn li pey hev de berdewam e û hevgav destdirêjiyên van hêzên dagirker ser Beyt Lahiyê li bakurê zîvala Xezzeyê pir zêde bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandiye ku Rejîma Siyonîst di heyama 24 sietên derbasbûyî de li Xezzeyê 2 cinayet li dijî malbatan li Xezzeyê pêk anîne ku di encama van cinayetan de 36 kes şehîd bûne û 96 kes jî birîndar bûne. Di encama êrişên hewayî yên siyonîstan ser awareyan li dibistana Ebû Hemîsê li kampa El-Birîcê û her wiha rojhilata Dêr Belehê hejmarake ji filistîniyan ji wan doktor Muhemed Ebul Of yek ji pijîşkên Nexweşxaneya Şuhedaya El-Eqsayê şehîd û birîndar bûn.Li gorî nûçeyeke din çavkaniyên medyayî li Filistînê derbarê şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên sivîl ji wan jin û zarokan di encama bombebarana malekê li Dêr El-Belehê li navenda Xezzeyê agahî dan.Her wiha van çavkaniyan li bara êrişa topxaneyî û gullevaêtina REjîma Siyonîst ber bi nexweşxaneya Kemal Edwan li bakûrê Xezzeyê agahî dan.
Amarên şehîdên êrişên siyonîstan li Xezzeyê ji 7`ê Cotmeha sala borî ve gihîştiye 44 hezar û 502 kesan û û 502 hezar û 454 kes jî hatine birîndar kirin. Ji aliyê din ve jî hêzên Qudsê ragehand ku wan hêzên dagirker ên Îsraîlî bi topên hawanê li mêhwera Netsarîm li başûrê Xezzeyê kirine armanc.Eva di halekî de ye ku bi dû alozbûna rewşa vê navçê, wezîrên karên derve yên Fransa, Inglîz û Almaniyayê ji Rêjîma Siyonîst daxwaz kirin kualîkariyên mirovî derbasî Xezzeyê bên kirin da ku asta karesatê ji viya zêdetir berfireh nebe.Van welatan daxwaza vekirina dergehan û belavkirina alîkariyên mirovî yên demlidest kirin û her wiha xwestin ku bila siyonîst pêsipartên xwe li gor qanûnên navneteweyî cih bînin.