18 filistînî ji ber êrişên Rejîma Siyonîst şehîd bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê di daxûyaniyekî li roja 422`mîn a şerê jînûsaydê yê Rêjîma Siyonîst li dijî Zîvala Xezzê da ragihand ku artêşa dagirker di 24 saetên derbasbûyî de 6 komkujiyên din li dijî sivîlên filistînî li vê zîvalê pêk anîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di encama bombebarana malekî li rojavayê bajarê Xezzê da 7 kes şehîd bûne. Van çavkaniyan herwiha ragihandin ku avahiyên xelktêde li Beyt Lahiya li bakurê Xezzê ji aliyê dagirkiran ve wêran bûne. Rêxistina Berevaniya Sivîl a Filistînê li Xezzê ragihand ku di çend saetên buhurî de, li Zîvala Xezzê di encama bombebaranên li pey hev ên Rêjîma Siyonîst de, nêzîkî 100 kes şehîd bûne. Vê rêxistina filistînî herwiha ragihand: Dagirkir girtina pêşiya derbasbûna karmendên Rêxistina Berevaniya Sivîl li parêzgeha bakurî ya Zîvala Xezzê û astengîderxistina bona cihanîna erkên xwe berdewam dike. Hisam Ebû Sefiye, rêveberê nexweşxaneya Kemal Edwan li bakurê Zîvala Xezzê îro ragihand ku di mideha 48 saetên buhurî de nêzîkî 200 şehîdên filistînî hîna di bin kavilên malên xwe de ne ku piştî êrişên dagîrkeran ser vê navçeyê kavil bûne.
Li gor ragihandina vê wezaretxaneyê, ji 7ê Cotmeha sala buhurî ve hejmara şehîdên şerê li dijî Xezzê 44 hezar û 429 kes û hejmara birîndaran jî 105 hezar û 250 kes bûye.
Tevî hemû van cinayetan, Rejîma Siyonîst ji xwe mukur hat ku piştî 14 mehan ji şêr, hîna jî nekariye armancên xwe yên ji vî şerî, yanê jinavbirina Tevgera Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji Zîvala Xezzê pêk bîne. Hema ev mijara bûye sedema giranbûna nakokiyên di navbera siyonîstan de bi taybet xelkê Erdên Dagirbûyî de û wan kabîneya Rejîma Siyonîst bi wê yekê tawanbar kirine ku nikarin li hember komên berxwedanê bisekinin û bigihîjin armancên xwe.