Mijdar 30, 2024 17:50 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê îro bi weşandina daxuyaniyekî hejmara nû ya şehîd û birîndaran ragihand.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê di roja 421`an a şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst dijî Zîvala Xezzê da di daxuyaniyekî da ragihand, artêşa dagirkir di 24 saetên buhurî da 4 jînûsaydên din dijî sivîlên filistînî di vê zîvalê da cih anîne. Vê wezaretxaneyê di dewamê da ragihand: Di encama van êrişan da 19 filistînî şehîd bûne û 72 kesên din jî birîndar bûne. Li gorî ragihandina vê wezaretxaneyê, bi vî awayî hejmara şehîdên şerrê Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heta nika gihîştiye 44 hezar û 382 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşte 105 hezar û 142 kesî. Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê herwiha pêgîrî kir ku hejmarek ji goriyan hîna di bin kelefeyan da mane û ûrjans û hêzên Berevaniya Sivîl nikarin meytên wan peyda bikin. Ji hêla din ve Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan ragihand Rejîma Siyonîst koçberkirina bi darê zorê û birçîtiyê wekî çeka cengê li Zîvala Xezzê bi kar tîne.

Li dû cinayetên domdar ên artêşa terorê li barûrê Zîvala Xezzê û dewama dorpêçkirina wê ji bo meha çendê ya lidûhev, wezîrê berê yê cengê yê vê rejîmê nêta siyonîstan a ji vî karî aşkera kir û ragihand ku wan dil hene vê navçeyî ji hêla etnîkî ve ramalînin.

Mûşê Yeilon, wezîrê berê yê cengê yê Rejîma Siyonîst di vî warî da got: Artêşa Îsraîlê di halê pêşdabirina operasiyona ramalîna etnîkî li bakûrê Zîvala Xezzê ye. Wî her wiha got: Êdi Beyt Lahiya û Beyt Hanûn tinene; Artêş nika li Cibaliyayê operasiyonê cih tîne û erdên wan ji Ereban vala dike.

Serepeyv