Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Wezareta tendirustiya Xezzê hejmara şehîd û birîndarên 420 rojan şerr û cinayeta berdewam a Rejîma Siyonîst dijî xelkê Xezzê ragihand.
Wezareta tendirustiya Xezzê di daxuyaniyekî da ragihand: Rejîma dagirkir a Siyonîst di 24 saetên buhurî sê cinayet li Zîvala Xezzê cih anîn ku di encamê da 33 kes şehîd bûn û 137 kes jî birîndar bûn. Hejmarek ji goriyan hîna jî di bin kelefeyan da mane ku ambûlans û tîma Berevaniya Medenî nikarin xwe bigihînin wan.
Wezareta tendirustiya Xezzê pêgîrî kir: Hejmara şehîdên şerrê Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika gihîştiye 44 hezar û 363 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 150 hezar û 70 kesî. Artêşa Rejîma Siyonîst îro Îniyê operasiyoneka bejahî û êrişên berfireh ên hewayî li kempa Nuseyratê li navenda Zîvala Xezzê cih anîn ku di encamê da 19 kes şehîd bûn. Artêşa Rejîma Siyonîst herwiha operasiyona xwe ya berfireh li bajarokê Cibaliya li bakûrê Zîvala Xezzê didomîne.