Tabûrên Qudsê bajarokên derdora Xezzeyê dan ber mûşkan
Mijdar 25, 2024 17:46 Asia/Tehran
Piştî êrişa Tabûrên Qudsê bi mûşekan ser bajarê siyonîstnişîn ê Kefer Ezê zengilên xeterê li bajarokên dagirbûyî yên derdora zîvala Xezzeyê hatin lêxistin.
Navenda Ragihandina Şer a Tabûrên Qudsê, basikê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, dîmenên êrişa giran a bi mûşekan ser bajarokê Kefer Ezê û çend bajaokên din ên dagirbûyî li derdora Zîvala Xezzeyê weşandin.
Medya xwecihî ragihandin ku Zengila xeterê li vê bajarokê siyonîstnişîn hat lêxistin.Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku bajarokê siyonîstnişîn ê Kefer Eze ketiye ber êrişa mûşekan ji aliyê balurê zîvala Xezzeyê ve û hejmarek mûşek li deverên ne-xelknişîn yên vê navçeyê ketine.