Cinayeta bixof a siyonîstan li bakurê zîvala Xezzeyê
Çavkaniyên filistînî ragihandin ku hejmara şehîdên du cinayetên vê dawiyê yên artêşa Rejîma Siyonîst li bakurê zîvala Xezzeyê rabû 88 kesî.
Artêşa dagirker a siyonîst di encama cinayeteke din de avahiyeke din li navçeya Beyt Lahiyê ya li derdora nexweşxaneya Kemal Edwan bombebaran kir ku di encamê de 66 filistînî şehîd bûn ku di nav şehîdan de hejmareke zêde jin û zarok tên dîtin.
Rejîma Siyonîst di çaçrova cinayeteke din da navçên xelknişîn ên devera Şêx Rizwan li bakurê Xezzeyê bombebaran kir ku di encamê de 22 filistînî ji wan 10 zarok şehîd bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê her wiha ragehand hejmara şehîdên şerê li dijî Xezzeyê ji 7 Cotmeha 2023an ve hetanî niha gihîştiye 44 hezar û 56 kesî, hejmara birîndaran jî rabûye 104 ezar û 268 kesî.