Kuştina 110 leşkerên tîpa Golanî ya Îsraîlê li Xezze û Lubnanê
Mijdar 21, 2024 19:23 Asia/Tehran
Zêde ji sed leşkerên Tîpa Golanî ya Rejîma Siyonîst li bereyên şer ên Xezze û Lubnanê hatin kuştin.
Rojnama Mearîv a sîyonîstan îro nivîsî: Bi vê amarê, Tîpa Golanî pêka tîpên din ên peya yên wekî Nahal, Çatrbazan( paraşotvan), Cefatî û Kefîr, kuştiyên herî zêde di şerê Xezze û Lubnanê de dane.
Derebarê vê yekê da artêşa Rejîma Siyonîst îro xwe mikur hat ku leşkerekî wê ji tabûra 13`an a tîpa Golanî di encama pevçûna himber têkoşerên Hizbullahê de li bajarokê Şem`ê li başûrê Lubnanê hat kuştin.Duh jî di encama êrişa Hizbullahê ser leşkerên siyonîst li avahiyekê li başûrê Lubnanê da, 4 leşkerên tîpa Taybet a Golanî ya Rejîma Siyonîst hatin kuştin û hejmarek ji hêzên dagirker jî birîndar bûn.