Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Di demekê de ku şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê derbasî roja xwe ya 411-emîn bûye, Wezareta Tendrsutiyê ya Xezzeyê îro amara nû ya şehîd û birîndaran ragehand.
Wezareta Tendrsutiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragehand hejmara qurbaniyên cinayetên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezzeyê ji 7 Cotmeha 2023-an ve hetanî îro rabûye 43 hezar û 985 şehîdî û 14 hezar û 92 kes jî birîndar bûne.
Vê wezaretxaneyê her wiha diyar kir dijmin siyonîst di dereqa 24 sietên derbasbûyî de 2 komkujî li dijî malbatên filistîniyan li zîvala Xezzeyê pêk aîne ku di encamê de 13 kes şehîd bûne û 84 kes jî birîndar in.
Wezareta Tendrsutiyê ya Filistînê li Xezzeyê her wiha tekez kir ku hejmarek ji qurbaniyan di bin kelefeyan de ne û Ûrjans û Berevaniya Sivîl nikarin termên wan peyda bikin.