Mijdar 18, 2024 18:55 Asia/Tehran
  • Işkencekirina hêsrîn filistînî li zînadana Oferê

Navenda Karûbarên Hêsîran û Klûba Hêsîrên Filistînê derbarê berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li zîndana Oferê li dijî girtiyên filistînî, ji wan işkencekirina fîzîkî û derûnî û bêparkirina ji xwarin û dermanan agahî dane.

Navenda  Karûbarên Hêsîran û  Kilûba Hêsîrên filistînî di daxûyaniyeke hevpar de ragehandin:Zîndanbanî  ji  zêdetirî 10 meh in ku 24 sietan bi kelepçeyên hesinî destê girtiyan kelepçe dikin û nahêlin ew sabûnê bi kar bînin û her 10 rojan carekê sê deqeyan dikarin xwe bişon.Hêsîr dibêjin, ew di qefesa hesinî de birin dadgehan û heta dawiya  mehkemekirina xwe neçar dibin li ser çokan rûnên. 

Hêsîrên xelkê Xezzeyê ku  di girtîgeha Oferê de tên ragirtin, di axaftina bi parêzerên xwe re, qala rewşa xirab û nalebar a hêsîran û işkencekirina wan ya hovane ji aliyê dagirkeran li vê girtîgehê û pêştir jî li girtîgeha Sedî Tîmanê kirin.

Serepeyv