Mijdar 16, 2024 15:50 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê careka din jorda çû

Qirrkirina gelê Filistînê bi destê Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê di roja 407an da ye û Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê îro ragihand ku hejmara şehîd û birîndaran careka din jorda çû.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta îro gihîşt 43 hezar û 799 kesî û ya birîndaran jî rabû 103 hezar û 601 kesî.

Di dewama daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê da hatîye ku Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 3 komkujî himberî gelê Filisrtînê li Zîvala Xezzeyê kirîye ku di encama wan da 35 kes hatine şehîdkirin û 111 kes jî hatine birîndarkirin. 

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê herwiha pêgirî kir ku hejmareke gorîyan jî di bin kavilî û kelefeyan da men û personelên hawargiheştinê û berevanîya sivîl nikarin meytê wan peyda bikin. 

Serepeyv