Mijdar 14, 2024 18:12 Asia/Tehran
  • Berteka Hemas û Fethê derbara operasyona dijesîyonîstî li Ramellahê

Tevgera berxwedana Islamî ya Filistînê (Hemas) û Tevgera Fethê di daxûyanîyên cida de helwesta xwe derbara operasyona pêlikirinê ya li Ramellahê ku ketîye rexê rojavaya çemê Urdinê nîşan da.

Tevgera Fethê di daxûyanîyekê da ragihand ku operasyona pêlikirinê ya li Ramellaê bersiveke asayî himberî wê qirrkirinê ye ku Rejîma Sîyonîst a dijmin himber gelê berxwedêr ê Filistînê pêk tîne.

Tevgera Fethê herwiha ragihand, Bereya Berxwedanê hela jî serdest e û hertim û her kêlî amade ye ku derbên giran li rejîma dagirker bide.

Tevgera Hemasê jî di daxûyanîyekê da himber operasyona dijesîyonîstî ya li Ramellahê helwest nîşan da û ragihand ku pêlikirina li nêzîkî navçeya Dêr Qiddîsê peyameke zelal û aşkira derbara berdewambûna êrişên komên berxwedêr e.

Artêşa Rejîma Sîyonîst ragihand ku li nêzîkî herêma Dêr Qiddîs a şarê Ramellahê ku ketîye rexê rojavaya çemê Urdinê, operasyoneke pêlikirinê hat lidarxistin ku di encamê da 2 sîyonîst birîndar bûn. 

Serepeyv