Mijdar 13, 2024 17:26 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê di roja 404an a êrişa artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê ser vê herêmê da ragihand ku leşkerên rejîma dagirker di 24 saetên buhurî da 7 komkujîyên din dijî sivîlên filistînî pêk anîn.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyek êda ragihand ku di encama 7 komkujîyên din ên Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da 47 fiilstînî hatin şehîdkirin û 182 kes jî hatin birîndarkirin. 

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyeek nêzîkî Nexweşxaneya Kemal Edwan li bakura Zîvala Xezzeyê da jî çend filistînî hatin şehîdkirin.

Rêxistina Zêrevana Mafên Merivan jî ragihand ku Rejîma Sîyonîst birçîhîştin û koçberkiirnê wek çeka cengê dijî Zîvala Xezzeyê bi kar tîne.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku bi şehîdbûna kesên hanê di 24 saetên buhurî da, hejmara şehîdan rabû 43 hezar û 712 kesî û ya birîndaran jî rabû 103 hezar û 258 kesî. Zêde ji 10 hezar kesî jî li Zîvala Xezzeyê bêseuşûn û di bin kavilan da mane.

Serepeyv