Komên berxwedêr ên filistînî 10 operasyon dijî sîyonîstan li dar xistin
Komên berxwedêr ên filistînî li Zîvala Xezzeyê 10 operasyon dijî artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê li dar xistin ku di encamê da çend leşkerên sîyonîst hatin kuştin.
Komên berxwedêr ên filistînî di 24 saetên buhurî da li şarê Cibalîyayê ku ketîye bakura Zîvala Xezzeyê, 10 operasyon dijî artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê li dar xistin ku di encamê da çend leşkerên sîyonîst hatin kuştin. Tabûrên Izzeddîn Qessam Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemasê jî dîmenên pevçûna di navbera vê baskê û leşkerên sîyonîst ên sîyarî zêrêhpûşan bibûn li rojhilata Kempa Cibalîyayê weşand û ragfihand ku kodakoptereke Rejîma Sîyonîst ku mijûlê sîxoryê bû, xistin bin kontrola xwe.
Tabûrên Qessamê herwiha ragihand ku têkoşerên wê di encamaoperasyonekê da li bakura Xezzeyê tankeke Merkava û boldozêreke leşkerî yên sîyonîstan ji nav birin.
Tabûrên Qessamê di encama operasyoneke din da jî ji nêzîk va bi rokêta TBG êrişî 7 sîyonîstan id nav malekê da kir û bi dû wê jî narincok avêt cîyê kombûna wan kesana.
Têkoşerên berxwedêr ên filistînî di encama operasîyoneke din da jî li şarê Cibalîyayê leşkerên sîyonîst dan ber rokêtên dijepanzêr ku di encamê da çend leşekrên sîyonîst hatin kuştin an birîndarkirin.
Ji hêla din va, Tabûrên Quds baskê leşkerî yê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jî ragihand têkoşer û şervanên vê tabûrê li navenda Kempa Cibalîyayê bi rokêta Tandom êrişî boldozêreke leşkerî ya artêşa terorê kirin.
Tabûrên Qudsê herwiah ragihand ku êrişên bi mûşekan ser bajarokên l iderdora Xezzeyê didomîne.
Ev di halekî da ye ku Artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê duh danê sibê ragihand ku 4 leşkerên wê yên ji çiqa Kefîr di encama pevçûnên li bakura Xezzeyê da hatine kuştinê.