Êrişên bi şev ên Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojava çemê Urdinê
Artêşa Rejîma Siyonîst cinayetên xwe tim berdewam dike û konên awareyan li kampa Nuseyrarê daye ber bombeyan.
Artêşa Rejîma dagirker êrişî çend gund û bajarokên filistîniyan li Rexê rojava û bi taybet bajarên El-Xelîl û Qelqîliyê kirin.Her wiha balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst kampa Nuseyratê û derdora Burc El-Turkemanî dan ber êrişan.
Di encama êrişa balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser konên awareyan li rojavayê kempa Nuseyratê, 2 kes şehîd û 2 zarok jî birîndar bûn.Çavkaniyên siyonîstan herwiha derbarê kuştina eskerekî din ê vê rejîmê li Xezzeyê bi destê têkoşerên Berxwedana Filistînî agahî dan.Eskerên siyonîst di şerê bi Berxwedanê re tim tên kuştin.
Ji aliyê din ve artêşa siyonîst ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de 26 leşkerên vê rejîmê birîndar bûne ku 11 leşker li bereya Xezzeyê û 15 leşker jî li bereya Lubnanê birîndar bûne.