Ji sedî 75ê bîrên avê yên bajarê Xezeyê zerar dîtine
Mijdar 11, 2024 16:08 Asia/Tehran
Berdevkê Şaredariya Xezzeyê derbarê rewşa nalebar a bajarê Xezeyê agahî da.
Asim El-Nebiye ragihand ku av tenê digihêje sedî 40ê vî bajarî û penaberên filistînî li vî bajarî ji bo bidestxistina avê rastî gelek pirsgirêkan tên.Wî diyar kir rêjeya ava ku welatî dikarin bi dest bixin pir kêm e û têra pêdiviyên wan yên rojane nake.
El-Nebiye got ku zêdetirî sedî 75 ji bîrên avê yên bajarê Xezeyê bi temamî yan beşek ji wê zirar dîtine.
Wî herwiha tekez kir, ku zêdetir ji 100 metre şebekeyên avê li Xezeyê ziyan dîtine û ev yek jî veguhestina avê bo hemû navçeyan rastî pirsgirêkê tîne .Asim El-Nebeye ragihand ku kêmbûna avê dibe sedema belavbûna nexweşiyên êpîdêmîk û giştgir bi taybetî nexweşiyên çerm û pûstê.