Mijdar 10, 2024 17:39 Asia/Tehran
  • Derbeyên giran ên hêzên Qessam li Îsraîlê

Tabûrîn Îzeddîn El-Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) ragihand: Hêzên berxwedanê hejmarek ji leşkerên Israîlî li zîvala Xezeyê kuştin.

Tabûrên Îzzedîn El-Qessam, baskê leşkerî yê Hemasê îro piştî nîvro ragihand: Hêzên vê tevgerê komek ji  hêzên peya ên artêşa Rejîma Îsraîlê ku 15 kes bûn li navçeya El-Şîma li bakurê zîvala Xezeyê kirin armanc û kuştin.

Tabûrên El-Qessam her wiha got: Hêzên berxwedanê du panzêrên Rêjîma Siyonîst bi mûşekên Yasîn 105 û Tandom û her wiha  buldozereke Israîlî bi bomba Reidiyê li nêzîkî Mizgevta Şehîd Îmad Eql li bakurê zîvala Xezeyê dan ber êrişan.Rejîma Siyonîst hevgavê dewama cinayetên xwe li zîvala Xezeyê her wiha derbên giran ji berxwedana Filistînê dixwe.

Serepeyv