Mijdar 10, 2024 17:22 Asia/Tehran
  • Dewama cinaytên hovane yên Rejîma dagirker li Xezeyê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezeyê di 401-emîn roja şer ragihand ku artêşa dagirker a siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de 3 komkujiyên din li dijî xelkê sivîl ê filistînî li zîvala Xezzeyê pêk anîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê her wiha got ku ku di encama van êrişan de 51 filistînî şehîd bûne û 164 kes jî birîndar bûne. Artêşa dagirker a Siyonîst di cinayeta xwe ya herî dawî de,komavahiyeke li kolana  kevan ya  Xezeyê li kampa Cibalyayê li bakurê zîvala Xezzeyê  bombebaran kir ku die ncama vê cinayetê de zêdetirî 32 kes şehîd bûne ku 13 ji wan zarok inBi vî awayî hejmara şehîdên şerê Xezeyê derket 43 hezar û 603 kesî  û hejmara birîndaran jî gihêşt 102 hezar û 929 kesî. Hîna zêdetirî 10 hezar kes jî li zîvala Xezeyê bê ser û şûn in û di bin kavilan de mane. Fîlîp Lazarînî ,Serokê UNRWAyê di berteka xwe ya herî dawî dederbarê rewşa  bakurê zîvala Xezeyê ragehandiye ku ev navçe ji bilî qirkirin û paqijkirina etnîkîji aliyê rejîma Îsraîlê ve, di meha derbasbûyî de, niha rastî birçîbûnê  jî hatiye.

 

Serepeyv