Rayedarekî Hemasê: Divê welatên erebî û îslamî erka xwe ya li hember Qudsê cih bînin
Serokê nivîsgeha Karûbarên Qudsê li Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) bang li welatên erebî û îslamî yên ku biryar e li Riyzê kom bibin, kir ku ji bo cihanîna erka xwe li hemberî Qudsa dagirkirî bikevin tevgerê.
Harûn Nasiredîn Serokê nivîsgeha Karûbarên Qudsê li Hemasê got: Dema wê hatiye ku welatên îslamî erka xwe ya olî û siyasî li hember Qudsêa dagirbûyî ku ji aliyê kabîneya tundrewê a siyonîst ve rastî siyaseta cihûkirinê hatiye, pêk bînin. Wî destnîşan kir: Welatên islamî ji bo rawestana li ber dagîrkeriya siyonîstan û rawestandina cinayetên wan li dijî gelê Filistînê û cihên pîroz ên îslamî îzna zextên aborî û siyasî li ser welatên cîhanê hene.
Nasiredîn tekezî li ser pêknaîna biryarên civînên bilind ên Îslamî li dijî her guhertinek di rewşa bajarê Quds û mizgevta Eqsayê de kir û ji welatên ku balyozxaneyên xwe veguhestine bajarê Qudsê xwest ku wan ji vî bajarî derxînin.