Zêdebûna hejmara şehîdan li Xezzeyê
Di halekê de ku şerê jîosaydê yê Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê derbasî 400emîn roja xwe bû ye,Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê îro Şemiyê amarên nû yên şehîd û birîndaran ragehand.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand,hejmara qurbaniyên cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an heta îro gihîştiye 43 hezar û 552 şehîdî û 102 hezar û 765 kes jî hatine birîndar kirin. Vê Wezaretxaneyê her wiha ragihand,di 24 saetên derbasbûyî de dijminê Siyonîst 4 komkujî li dijî malbatên filistînî li zîvala Xezeyê pêk anîn û di encama van êrişan de 44 kes şehîd û 81 kes jî birîndar bûne.Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezzeyê jî tekez kir ku hinek ji qurbaniyan hîna di bin kavilan de mane û ûrjans û berevaniya sivîl nikarin termên wan peyda bikin.Di eynî demê de nûçegîhanê kanala nûçeyan a El-Meyadînê li Xezzeyê jî ragihand ku 700 hezar filistînî li bakurê zîvala Xezeyê ji ber birçîtiyê îza dibin.
Artêşa Rejîma Siyonîst hevdem digel cinayetên hovane li navçeyên curbicur ên zîvala Xezzeyê li bakurê zîvala Xezeyê bi tundî operasiyonên xwe yên leşkerî didomîne û ev 36 roj in ku bi pêkanîna plana bi navê plana generalan li bakurê zîvala Xezzeyê deverên curbicur ên zîvala Xezeyê di bin dorpêçê de ne.Derbarê wê yekê de Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku Rejîma Siyonîst koçberiya bi darê zorê û birçîbûna li zîvala Xezeyê weke çekekê jibo şer bikar tîne.
Pêştir jî Coys Mesûya alîkarê sekreterê giştî yê NY bo karûbarên mirovî û berpirsê hewahenkkerê alîkariyên lezgîn ên vê rêxistinê, rewşa li bakurê Zîvala Xezeyê bi xof û diltezîn bi nav kiribû û daxwaza rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst li vê navçê û cihanîna fermnaên demkî yên dadgeha Laheyê kiribû.
Telavîvê ji 7ê Cotmeha sala 2023an heta niha bayê bi milyaran dolarî alavên leşkerî ji Amerîkayê wergirtiye.Li gorî ragihandina Wezareta Şer a Rejîma Siyonîst, ev kelûmel paporên nû yên balafirên F-35, tank, motora trimbêlên zirxî, maşînên şer û bi hezar ton alavên leşkerî yên din diger ber xwe.