Mijdar 09, 2024 18:50 Asia/Tehran
  • Rayedarekî Hemasê: Divê welatên erebî û îslamî erka xwe ya li hember Qudsê cih bînin

Serokê nivîsgeha Karûbarên Qudsê li Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) bang li welatên erebî û îslamî yên ku biryar e li Riyzê kom bibin, kir ku ji bo cihanîna erka xwe li hemberî Qudsa dagirkirî bikevin tevgerê.

 Harûn Nasiredîn Serokê nivîsgeha Karûbarên Qudsê li Hemasê got: Dema wê hatiye  ku welatên îslamî erka xwe ya olî û siyasî li hember  Qudsêa dagirbûyî ku ji aliyê kabîneya tundrewê a siyonîst ve rastî siyaseta cihûkirinê hatiye, pêk bînin. Wî destnîşan kir: Welatên islamî ji bo  rawestana li ber  dagîrkeriya siyonîstan û rawestandina cinayetên wan li dijî gelê Filistînê û  cihên  pîroz ên îslamî î îzna   zextên aborî û siyasî li ser welatên cîhanê hene.

Nasiredîn tekezî li ser pêknaîna biryarên civînên bilind ên Îslamî li dijî her guhertinek di mahiyeta bajarê Quds û mizgevta  Eqsayê de kir û ji welatên ku balyozxaneyên xwe veguhestine bajarê Qudsê xwest ku wan ji vî bajarî derxînin.

Serepeyv