Mijdar 05, 2024 16:37 Asia/Tehran

Wezareta perwerdehiya Filistînê ragihand, ji dema destpêbûna şerrê rejîma qirkir a Îsraîlê dijî Zîvala Xezzê di 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika nêzî 12 hezar xwendevan, di encma êrişên Rejîma Siyonîst da hatine kuştin.

Wezareta perwerdehiya Filistînê destnîşan kir, 115 xwendevan û 561 mamoste û karmend li Perrava Rojava Çemê Urdinê da hatine şehîdkirin. Herwiha artêşa terorê 341 dibistan û zanîngeh û 65 navendên ser bi Ajansa Alîkarîgîhandin û peydakirina kar ji bo awareyên filistînî ser bi NY(UNRWA) jî bombebaran û kawil kirine. Nika zêde ji sedî 90`ê dibistanên li Zîvala Xezzê kawil bûne û 639 hezar û xwendevan ji xwendinê bêpar mane.

Serepeyv