%90 xelkê bakûrê Zîvala Xezzê bêxwerin in
Birêveberiya Cîhanî ya Xwerinê li Filistînê ragihand ku %90 xelkê bakûrê Zîvala Xezzê bêxwerin in.
Birêveberiya Cîhanî ya Xwerinê li Filistînê ji bilî diyarkirina dilnîgeraniya li hember qewimîna xela û birçîtiyê li Zîvala Xezzê, daxwaza vekirina derbasgehên zêdetir li Zîvala Xezzê kir. Birêveberiya Cîhanî ya Xwerinê li Filistînê herwiha ragihand ku divê hevkariya bi UNRWA`yê re ji bo raberkirina alîkariyan bo Xezzê berdewam be. Hemû karmendên vê rêxistinê di warên mirovdostane da dilnîgeranê wan bûyeran in ku ji bo UNRWA`yê diqewimin.
Rejîma Siyonîst hefteya buhurî bi pejirandina qanûnekî di Parlimana vê rejîmê da bi awayeke fermî li NY ragihand peywendiyên xwe yên bi UNRWA`yê re rawestandine. Rawestandina çalakiya UNRWA`yê wekî saziyekê ku bi giştî hemû alîkariyên mirovdostane bo navçeya şerrlêketî ya Zîvala Xezzê organîze dikir, ji hêla navnetewî ve hatiye şermezarkirin.