Mijdar 04, 2024 16:35 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand hejmara goriyên operasyona Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê gihêştiye 43 hezar û 374 şehîdan û 102 hezar û 261 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 sietên borî de 3  cinayet û komkujî li Xezeyê kirin ku di encamê de 33 kes şehîd bûne û 156  kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê tekez kir ku hejmarek ji şehîdan û  goriyan  hîna di bin kavilan û kolanan de mane û dagirker nahêlin ku  alîkariyan bighînin wan. Bajaroknişînên siyonîst vê sibê êrişî ser bajarê El-Bêyreyê li navenda rexê rojavaya çemê Urdinê kirin û agir berdan çendîn trimbêlan.

Rejîma Israîlê vê sibê  di dewama siyasetên xwe yên li dijî Filistînê û li dijî biryarên civaka navneteweyî, peymana hevkariyê ya bi UNRWA re betal kir .

Eva di halekî de ye   gelek welat û NY li dijî girtina deriyên UNRWA yê rabûne.

Pêştir jî birêveberê Bernameya cîhanî ya Xwarinê  li Almanyayê Martin Frik gotibû ku ti dewsgirek jibo  UNRWAyê tine.

Nûnerê  NY li karûbarên Filistînê  jî gotiye ku  UNRWA  istûna  alîkariya  mirovheziyê  bo Xezeyê ye û ji bo kesên ku ji şert û mercên  nebaş de, xwarin, sitargeh û îmkanên  tenduristiyê dabîn dike.

NY dibêje qeyrana mirovî  li Xezeyê her ku diçe girantir dibe û rola UNRWAyê di vê beşê de  pir girîng e û girtian pêşiya xebata  UNRWAyê hêviya dawî ya mirovên ku ji bo jiyanê têdikoşin, ji nav dibe..

 

Serepeyv