Cotmeh 29, 2024 18:13 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî da artêşa Rejîma Siyonîst 4 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.

Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya nû da komavahiyeka xelktêde ya 5 qatî li Beyt Lahiyayê kire hedef ku di encama wê de 93 welatiyên filistînî şehîd bûn û 40 kes jî bêserûşûn bûne. Çavkaniyên nexweşxaneyan ên Xezzê ragihandin ku 25 kes ji van şehîdan zarok in.

Komîteyên Berxwedana Filistînê di daxuyaniyekî da ragihandin: Jînûsayda bixwîn a ku dijminê Siyonîst li Beyt Lahiyê cih aniye careka din misoger kir ku Rejîam Siyonîst û artêşa wê ya cinayetkar û serokên wê yên Nazî hin mirovên cinayetkar in ku dixwezin xwîna kesên sivîl û bêsûc birijînin.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê herwiha ragihandiye ku di encama êrişên saetên buhurî yên artêşa terorê ser Zîvala Xezzê da 41 kes şehîd bûne û 133 kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta tendirustiya Xezzê pêgîrî kir ku hinek ji şehîd û goriyan hîna di bin kelefeyan û di kolanan da mane û dagirkir nahêlin ku alîkariya wan bê kirin.

Serepeyv