Cotmeh 24, 2024 18:36 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê

Rejîma Siyonîst di cinayeteka nû da dibistanekî li kempa Nuseyratê li navenda Zîvala Xezzê bombebaran kir ku di encamê da 18 filistînî şehîd bûn.

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst îro dibistana El Şuhedayê li kempa Nuseyratê dan ber bombeyan. Di encama êrişa ser vê dibistanê da ku hejmareka awareyên filistînî têde sitirîbûn da, herîkêm 18 kes şehîd bûn û 42 kes jî birîndar bûn.

Hin çavkaniyên dixtoriyê jî ragihandin ku ji sibeha îro ve heta nika 29 kes di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê da hatine şehîd kirin. Medyayên filistînî herwiha basa êrişa ser nexweşxaneya El Ewdeyê li Til El Zeiterê li bakûrê Zîvala Xezzê kirin. Ji hêla din ve wezareta tendirustiya Xezzê ragihand ku Rejîma Siyonîst di mideha 24 saetên buhurî da 4 cinayet pêk anîne ku di encama wan de 55 filistînî şehîd û 132 kes jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina wezareta tendirustiya Xezzê, bi hesibandina vê amarê, hejmara şehîdên Zîvala Xezzê di mideha 384 rojên buhurî da gihîştiye 42 hezar û 847 kesî û ji bilî viya 100 hezar û 544 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv