Cotmeh 22, 2024 17:44 Asia/Tehran

Artêşa terorê di dewama cinayetên xwe yên di mideha 24 saetên buhurî da çend caran navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê dan ber bombeyan ku li gorî gotina çavkaniyên nexweşxaneyan li Zîvala Xezzê, di encama van êrişên hovane da 64 filistînî şehîd bûne.

Wezareta tendirustiya Xezzê ragihand 51 kes ji van şehîdan li bakûrê Zîvala Xezzê hatine şehîdkirin. Artêşa terorê navçeyên xelktêde li kempên Beyt Lahiya û Cibaliyayê li bakûrê Zîvala Xezzê careka din dan ber bombeyan. Herwiha di encama bombebarana konekê û cihê kombûna sivîlên filistînî li başûr û rojavaya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezzê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst da, 7 filistînî şehîd û hejmarek jî birîndar bûn. UNRWA`yê jî ragihand: Karmendên me li bakûrê Xezzê piştî 3 hefte bombebarana berdewam a Îsraîlê, nikarin xwerin û derman peyda bikin. Xelkê bakûrê Xezzê li benda mirinê ne û hesta bêhêvîtî û tenêtiyê dikin.

Serepeyv