Hamas: Bi şehîdbûna Sênwar, Berxwedana lawaz nebûye
Endamê Polîtboroya tevgera Berxwedana Filistînê, Hamasê got: Operasyona vê dawiyê ya têkoşerên berxwedanê li kampa Cêbaliya, selimand ku bi şehîdbûna Sênwar, Berxwedanê li zîvala Xezeyê lawaz nebûye.
Osame Hemdan, bal kişand ser wê yekê ku Hamas di halê bi serûberkirina rewşa xwe ya navxweyî ye û pişt re dê cîgirê şehîd Sênwar were kivşkirin û got: Kesayetiya qaremanbûna fermandê şehîd Sênwar bû sedem ew li bereya pêşiyê li himber Rejîma Siyonîst ber xwe bide û sehneya şehîdbûna wî, propagendeya bê erziş a rejîma dagirker dijî rêberên Hamasê ji dema destpêbûna şer li zîvala Xezeyê betal kir.
Osame Hemdan di dewamê de teqez kir ku operasona 7 Cotmeha 2023an propagendeyên Rejîma dagirker bona jinavbirina doza Filistînê û awarekirina filistîniyan bi darê zorê bêencam kir.