UNICEF: Xezze cehnema li ser erdê ji bo mîlyonek zarokên filistînî ye
UNICEF`ê ragihand ku mîlyonek zarok li Zîvala Xezzê di cehnema li ser rûyê erdê da dijîn û sala buhurî di her rojê da 40 zarok di vê navçeyî da şehîd bûne.
Cêymz Êldêr, berdevkê Sîndûqa Piştgîriya ji Zarokan a NY (UNICEF), îro Şemiyê di axiftinekî da ku Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Filistînê ji zarê wî ragihand da got: Piştî derbasbûna zêde ji salekê ji şerrê ku Îsraîlê dijî Zîvala Xezzê destpê kiriye, hîna jî zarok hemû rojê êşekê ku nayê wesifkirin, dihemilînin.
Êldêr di dewamê da got: Di rastiyê da Xezze cehnema rastîn a li ser rûyê erdê ji bo mîlyonek zarokên têde ye, rewş hemû rojê xirabtir dibe û nirxandin nîşan didin ku hejmara zarokên ku li Xezzê şehîd bûne ji 14 hezar kesî derbas bûye û ev hejmara tê wê wateyî ku hemû rojê nêzî 35 heta 40 zarokên keş û kur ên li Xezzê tên kuştin. Amarên ku raber bûne, nîşan didin ku zêde ji 42 hezar û 400 kes şehîd bûne û ev hejmar piştrast bûye lê hejmareka zêdetir hîna di bin kelefeyan da ne.