Cotmeh 10, 2024 16:59 Asia/Tehran
  • Berdewamiyaa cinayetên Rejîma Siyonîst û zêdebûna hejmara şehîdên Xezeyê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezeyê di amarên xwe yên herî nû de derbarê şehîdbûna 42 hezar û 65 welatiyên filistînî di encama şerê Rejîma Siyonîst li dijî xelkê vê navçê agahî da.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de li Zîvala Xezeyê 5 komkujî pêk anîn ku di encamê de 55 kes şehîd bûn û 166 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ragehandina  Wezareta Tenduristiye ya Filistine, di encama erişen arteşa İsraile de ji 7e Cotmeha 2023an li  Zîvala Xezeyê 42 hezar û 65 kes şehîd bûne û  97 hezar û 886 kes jî birîndar bûne.

Eva li halekê ye ku îro navçeya  El-Mewasî li rojavaya bajarê Refehê jî bû armanca êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst.

Hîvva Sor a Filistînê ragihand ku di encama êrişa îro ya dagirkeran ser  dibistana Refîdeyê i Dêr Belehê li navenda Zîvala Xezeyê da 28 kes şehîd bûn û 54 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv