Cotmeh 04, 2024 10:29 Asia/Tehran
  • Daxwaza Hamasê jibo lidarxistina meşa hêrsê li Rexê Rojava çemê Urdinê

Tevgera berxwedanê ya Hemasê roja Îniyê êrişên Rejîma Siyonîst ser kempa Tulkermê li rexê rojavayî wek pêkanîna aloziyê ya metorsîdar wesif kir.


Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê Hamas îro Înê êrişên Rejîma terorîstî ya Siyonîst ser kempa Tulkermê li rexê rojava bi tundî  şermezar kir.

Hamasê di daxuyaniya xwe de wiha got: cinayetên dagirkeran ên li dijî gelê me yên li kampa Tûlkarmê, aloziyeke metirsîdar e ku viyana gel û berxwedana me lawaz nake.

Hamasê herwiha tekez kir:

Em tekezî li ser pêwîstiya beşdariya berfireh di merasima Îna ji bo rawestandina destdirêjiya ser Xezê û Lubnanê û ragihandina rewşa seferberiya giştî dikin.

 

Serepeyv