Şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst ji aliyê berxwedana Filistînê ve
Komên berxwedanê yên Filistînê êrîşên dagirkeran ên hovane ser Zahiya Beyrûtê şermezar kirin û ragehandin ku siyonîst tu carî nagihîjin armancên xwe û dê bi zûtî berdêla cinayetên xwe yên li Xeze û Lubnanê bidin.
Hemasê di daxûyaniya xwe de tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Lubnanê û bi tekeziya ser hevgirtina tam bi gelê Lubnanê û berxwedana vî welatî, ji umeta erebî-îslamî xwest ku bêdengiya xwe li hember cinayetên hovane yên rejîma dagîrker bişkînin.Tevgera Cîhada Îslamî jî tevî şermezarkirina van cinayetan tekez kir: Dijminê dagîrker bi zûtî dê berdêla cinayetên xwe yên li Xeze û Lubnanê bide.
Tevgera Mucahidên Filistînê, Tevgera Feth, Komîteyên Berxwedana Filistînê, Bereya Demokratîk jibo Rizgariya Filistînê û Tevgera Rizgarbûyiyên Filistînê, tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li Lubnanê, piştgiriya xwe ji berxwedan û gelê Lubnanê ragihandin. .