Pevçûna têkoşerên El-Qassam bi leşkerên siyonîst re li başûrê Zîvala Xezeyê
Tabûrên şehîd Îzedîn El-Qessam derbarê şer û pevçûnên giran bi leşkerên Siyonîst re li başûrê zîvala Xezeyêagahî dan.
Tabûrên Îzedîn El-Qessam baskê leşkerî yê Hemasê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro şer û pevçûnên giran di navbera filistînî û leşkerên Rêjîma Siyonîst li taxa El-Tenûr ya Refehê li başûrê Xezeyê qewimîn.
Li gorî vê daxuyaniyê, hêzên El-Qessam komek leşkerên siyonîst ên ku li yek ji malên vê navçê bi cih bibûn bi mûşeka pir bi hêz û dijî panzêran kirin armanc.
Di heman demê de hêzên şehîd El-Qasim baskê leşkerî yê Bereya Demokrat jibo Rizgarkirina Filistînê jî ragihand ku li şer û pevçûnên roja Îniyê li bajarê Refehê, panzêreke siyonîstan ji curê Nemr li meydana El-Ewdeyê ya vî bajarî, bi bombeyekê hate armanckirin û di encamê de lêniştiyên wê hatin kuştin û birîndarkirin.