Endamê Hamasê: Kiryarên siyonîstan encamên berevajî hene
Endamekî tevgera Hemasê got ku wêrankirina malên rûniştiyên Rexê Rojava û Qudsa dagirbûyî bi hetim dê bi berxwedana Filistîniyan re rûbirû bibin.
Ebdulrehman Şedîd yek ji rêberên tevgera Hemasê duh Sêşemê tekez kir: Zêdebûna aloziyan ji aliyê rêjîma dagîrkerê Qudsê ve ji bo wêrankirina malên rûniştiyên Rexê Rojava û Qudsa dagîrkirî, hewldana bêencam a vê rêjîmê ye ji bomişextkirina gelê Filistînê û bi hetim dê bi berxwedana Filistîniyan re rû bi rû bibe. Wî destnîşan kir: Siyaseta wêrankirina mal û milkên welatiyên Rexê Rojava, bi taybetî Qudsa dagîrkirî, beşeke ji pilana vêrêjîmê ye ji bozêdekirina Rexê rojava û koçberkirina niştecihên wê, ji bo pêşxistina çêkirina bajarokan li anv erdên filiniyan.
Ebdulrehman Şedîd her wiha got: Ev siyasetên serkutkeriyê tu carî îradeya berxwedanê û hêza berxwedanê têk nabin; Ji ber ku ev gel bi hemû hêza xwe bi ax û mafên xwe ve girêdayî ye.Zêdebûna zext û zorên ser niştecihên Rexê Rojava, bi taybetî zêdebûna astengiyan ji aliyê rejîmê û wêrankirina binesaziyan zewtkirina dukanan û cihên bazirganî yên filistîniyan, hewldanên bêencam ji bo zêdekirina xeztê ser gelê me ye , lê ev gel tu carî ji têkoşîna li dijî rejîma dagirker û bajaroknişînan nawestiyê û dê têkoşîna xwe bidomîne.