Lapîd: Rawestandina şerê Xezeyê ser xêra Îsraîlê ye
Serokê hevalbendiya dijberan li Knessetê, Parlemana Rejîma Siyonîst, bi rexnekirina siyasetên şerxwaziyê yên kabîneya Netanyahu, rawestandina şerê dijî Xezeyê sr xêra Îsraîlê zanî.
Yaîr Lapîd bal kişand ser qebûlnekirina berpirsyariya işkesta operasyona Bahoza El-Eqsayê ya 7ê Cotmeha 2023an ji aliyê Netanyahû û got: Hûn ji ber bûyerên ku qewimîn berpirsiyar û tawanbar in.
Vî karbidestê siyonîst amaje bi xwenîşandanên kolanan yek sala buhurî yên dijberan û hewlên wan bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext û wêdebirina Netanyahu kir û got: Hîna zêde ji binaxkirina 6 girtiyên Israîlî yên ku li Xezeyê hatine kuştin, derbas nebûye, vê carê feriq dike divê hûn dev ji kabîneyê berdin û vegerin malê.
Lapîd her wiha gefa dijî dayika yek ji girtiyên siyonîst li nav torên civakî şermezar kir û sedema van reftaran bi malbatên girtiyan re belavkirina kîn û nefretê ji aliyê endamên kabîneya Netanyahû li dijî van malbatan da zanîn.