Berteka Hemasê li himberî kuştina hovane ya awareyan li Xan Yûnisê
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê di daxuyaniyekê de ragihand: Cinayeta hovane ya nû ku artêşa dagirker a Siyonîst li Mewasiya Xan Yûnisê kir û piştî wê bi bombeyên giran ên balegirên cengê yên dagîrkeran ket nav konên awareyancareke din bû sedema şehîdbûna bi dehan kesên sivîl, ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Hamasê di daxuyaniya xwe de gotiye:Êrişa hovane ser sivîlên ku di nav de jin, zarok û extiyar jî hene, li navçeya ku artêşa dagirker îdia kiribû herêma ewle e, nîşana niyeta kabîneya vê rejîma faşîst bo berdewamkirina jînosayda li dijî gelê me ye û komkujiya wan a hovane û bi qestî, xemsariya wan li himber hiqûqa navneteweyî û însanî û biryarên dadgehên navneteweyî ji bo rawestandina êrişên ser Xezayê nîşan dide.
Ev cinayet bi piştgiriya tam a Amerîkayê ji dijminê nazî ê siyonîst pêk hatiye û di vê daxuyaniyê de hatiye ku îdiaya artêşa dagirker a faşîst derheq hebûna hêzên berxwedanê li cihê êrişê dereweke eşkere ye.
Ji aliyê din ve tevgera Mucahidînên Filistînê bi daxuyaniyekê komkujiya hovane ya Xan Yûnis weke berdewamiya jînosayda dagîrkeran bi çekên Amerîkî da zanîn û hikûmeta Amerîkayê berpirsê vê cinayetê û hevdestl dagîrkeran li teyarkirina wan bona kuştina filistîniyan da zanîn.