Tebax 24, 2024 18:09 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên siyonîstan di roja 323 an ya jînosayda li Xezeyê

Di 323 emîn roja jînosayda li Zîvala Xezeyê ji aliyê siyonîstan ve 11 filistîniyên din di encama êrişa siyonîstan ser malekê li Xan Yûnisê şehîd bûn.

Di halekê de ku  323 roj  ji destpêka  êrişa dagikeran ser Xezeyê  derbas dibe, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve 40 hezar û 334 welatiyên filistînî li Zîvala Xezeyê şehîd bûne,  dewra nû ya muzakirên agirbesê li Qahirê bi amadebûna  şandên Amerîkî û Îsraîlî  destpê ye û  şandeke  rejîma Telavîvê bi serokatiya serokê Şabak Ronin Bar û serokê Mossadê David Berniya, û şandek j ji Amerîkayê bi bi serokatiya Robert Mek Gurk, nûnerê Joe Biden li Rojavayê Asyayê, li Qahireyê ne.

Hevgav artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst malek li taxa El Emel a li bajarê Xan Yûnis li başûrê zîvala Xezeyê bombebaran kir û di encamê de 11 filistînî şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyeke din, Tabûrên  Şehîdên El-Eqsayê bi hevkariya koma  El-Nasir Selahedîn  meqerên leşkerên siyonîst li rojhilatê Dêr Belehê li zîvala Xezeyê dan ber mûşekan. 

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY jî ragihand ku ji  cotmehê û vir ve ji sedî 90ê xelkê Zîvala  Xezeyê  koçber bûne.

Di heman demê de hat ragihandin ku  Dagirkerên Siyonîstbi bombeyên fosforê deverên xelknişîn ên  başûrê Lubnanê li bajarên Rab-Selasîn û El-Teyibeyê kirin hedef.

Tevgera Hizbullaha Lubnanê li sêyem daxûyaniya xwe ragihand ku alavên sîxuriyê yên Rejîma Siyonîst li baregeha leşkerî ya El-Rahibê bi xwefireke întiharî kirine armanc û xwefir  rasterast li armancê ketiye.

Serepeyv