Di roja 311an a jînosayda li Xezeyê bombebarankirina deverên xelknişîn ên zîvala Xezeyê tim qurbaniayn dide
Êrişên bejayî û esmanî yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê di demekê de berdewam in ku hêzên berxwedanê yên ku li Rexê rojava li hember êrişên rojane yên artêşa siyonîst li vê navçê ketine tevgerê.
Di encama bombebarana devera Benî Sohêyla li rojhilatê Xan Yûnisê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, çend kes şehîd û birîndar bûn.Balafirên cengê yên siyonîstan mala Cemîl Mezher cîgirê sekreterê giştî yê Bereya Gelanî ya Filistînê li kampa Nuseyratê li navenda zîvala Xezeyê bombebaran kirin.Hevgavê êrişên esmanî yên balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî ser zîvala Xezeyê, topxaneyên vê rejîmê navça rojhilata bajarê Xan Yûnisê dan ber topan.
Her wiha tabûrên Qesam tekez kirin ku têkoşerên van tabûran karîn duh yek ji leşkerên siyonîst li nêzîk bajarê Meholayê li Qora Urdinê li bakurê Rexê rojava bikujin. Têkoeşrên me piştî pêkanîna vê operasyonai serketî vegeriyan çeperên xwe.Medyayên siyonîstî jî li xwe mikur hatin ku vî leşkerê siyonîst ku di encama operasyonê da hat kuştin, di mehên derbasbûyî de li Zîvala Xezeyê de bû.