Tebax 12, 2024 09:51 Asia/Tehran
  • Usame Hemdan: Bahoza Eqsayê rastiya helwêstên Amerîka û Rojava eşkere kir

Yek ji rêberên Hemasê tekez kir ku bahoza Eqsayê rastiya helwêstên Amerîka û rojava eşkere kir.

Usame Hemdan yek ji rêberên tevgera Hemasê got: Bahoza Eqsayê rastiya helwêstên Amerîka û rojava eşkere kir. Di nav bereya berxwedanê bona rawestana li ber dijmin de hevgirtin û hemahengî heye ku bûye sedema kêfxweşiya yên alîgir û dijmin jî dilnigeran kiriye.

Hemdanî got: Kesê ku rêberiya Hemasê dike kesek e ku rasterast rêveberiya şerê Bahoza Eqsayê dike. Hamasê bijardeya berxwedanê weke rêyeke  stratejîk girtiye girtiye ber xweKêm caran bûye ku  serokê Hemasê bi lihevhatinekê were hilbijartin, lê ev yek derbarê Yehya El-Sênwar, serokê Hemasê  pêk hat û eva peyamek bihêz e ku tevgera Hemasê bihêztir û xurttir bûye.

Endamê payebilind ê Hemasê her wiha got:  Normal e ku  Yehya El-Sênwar d demekê  ji bo tedbîrên guncaw li nav tevgerê terxan bide û dema ku ev tedbîr bên girtin emê wê ragihînin.  Mesela herî girîng ku El-Sênwar  cuda dike ew e ku dijmin bi hêrs dike. Hamasê dixwest ku derbarê bijarteyekê bigihêje rêkeftinekê ku bi bijartina wê peyamên xwe rasterast bigihîne rejîma Îsraîlê.

 

Serepeyv