Tebax 10, 2024 10:37 Asia/Tehran
  • Berxwedana Filistînê: Cinayeta li dibistana El-Tabiîn bi çekên Amerîkayê pêk hat

Komîteyên berxwedana Filistînê tevî şermezarkirina cinayeta nû ya artêşa siyonîst li dibistana El-Tabiîn a li taxa El-Dercê li navenda bajarê Xezeyê, armanca vê cinayetê koçberkirina filistîniyan bi piştgiriya Amerîkayê nirxand.

Komîteyên berxwedana Filistînê di daxûyaniyekê de ragihandin: Cinayeta hovane ya siyonîstan di dema nimêja sibê awareyan, beşej ji  cinayetên cengê ye ku ji aliyê dijminê cinayetkar û serkirdeyên wê yên Nazî ve li Xezeyê cih hatiye. 

Komîteyên berxwedana Filistînê di dewamê de jî daxwaza zêdekirina berxwedana li himber siyonîstan li Quds, Rexê Rojava û erdên dagirbûyî kir.

Bereya Demokratîk jibo Rizgariya Filistînê jî di vî warî de tekez kir: Kabîneya rastgir a faşîst, ger  ji aliyê  Amerîka  ve nehatiba piştgirîkirin, komkujiya li dibistana Tabiînê nedikir. 

 Welîd El-Kîlanî Berpirsê ragihandinê yê Hamasê jî ji televîzyona El-Erebî re got: Em qebûl nakin ku dagirker muzakirê  ji bo bidestxistina demê û pêkanîna komkujiyên nû bi kar bînin.

Wî tekez kir: Divê civaka navdewletî  serkirdeyên  dagirkeran  neçar bike ku  ji ber komkijiyên ku kirine bersivê bidin.

 

Serepeyv