Derba nû ya tabûrên Qessam li dagirkerên siyonîst
Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qesam dîmenên hemasî yên armancgirtin û teqandina trumbêlên dagirkeran li Refehê li başûrê zîvala Xezeyê weşandin ku nîşan dide ku hejmarek ji leşkerên siyonîst hatine kuştin û birîndarkirin.
Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qessam baskê leşkerî yê tevgera Hemasê dîmenên kemîna deqîq a têkoşerên xwe weşand ku bi rêya wê çend trumbêlên dagirkeran li kolana Corc li rojhilatê bajarê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê kirin armanc.Qesam navê vê operasyon û kemînê daniye kemîna Rêberê şehîd Îsmaîl Heniye û destnîşan kir ku di vê operasyonê de gelek ziyanên canî û madî li dagirkeran ketine.
Tabûrên El-Qessam duh jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku têkoşerên wan kariye komek ji hêzên zirxî yên dagirkeran di kemîneke deqîq de bixin davikê.2 wesayîtên leşkerî yên Taygir bi bombeyek û 2 gulleyên Yasîn 105îmha kirine û du ankên Merkava jî bi bombeyekê û mûşekeke Yasîn 105 li kolana Corc nêzî mizgefta El-Tabiînê dan ber êrişan.
Mucahidên El-Qessam her wiha karîn bi tivinga El-Qessam leşkerekî îsraîlî bi navê El-Qul li nêzî gundê Siwêdî yê li rojavayê bajêr bidin ber gulleyan.