Tîrmeh 27, 2024 15:26 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên siyonîstan û zêdebûna hejmara şehîdan li Xan Yûnis û Dêr Belehê

Arteşa Rejîma Siyonîst di cinayeta xwe ya nû de li bajarên Xan Yûnis li başûr û Dêr el-Beleh li navenda zîvala Xezeyê herî kêm 41 filistînî şehîd kirin û hejmareke din jî birîndar kirin.

 

Artêşa rejîma siyonîst bi êrişa ser malekê li nêzîkî meydana Ebsan li bajarê Xan Yûnisê li başûrê zîvala Xezeyê 10 sivîl şehîd kirin.

Li gorî vê raporê, dijminê siyonîst  xelk û awareyên 8 taxên başûrê Xan Yûnisê neçar dike terka wir bidin, tevî ku ev navçe wek navçeyên ewle hatine binavkirin.

Her wiha li bajarê Xan Yûnisê jî di encama  êrişa bi xwefirekê ser goristanekê kesek şehîd bû  û çend birîndar bûn.Li gorî raporan, di encama êrişa îro ya  ser dibistana Xedîce li rojavayê bajarê Dêr El-Belehê li navenda zîvala Xezeyê herî kêm 31 kes şehîd bûne û zêdetir ji 100 kes jî birîndar bûne.

Her wiha zarokek li nexweşxaneya El-Eqsa ya li bajarê Dêra Belehê ji ber kêmxwarinû kêmaviyê şehîd bû. 

Di nûçeyê de her wiha hatiye gotin ku di encama topbarana devera El-Şakûş li bakurê rojavayê bajarê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê hejmarek ji filistîniyan birîndar bûne.

 

Serepeyv