Kuştin û birîndarkirina 6 leşkerên siyonîst li Xezeyê
Medya Rejîma Siyonîst şeva îniyê ragihand ku 2 eskerên siyonîst li Xezeyê hatine kuştin û 4 eskerên din jî birîndar bûne.
Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku di encama bûyereke ewlehiyê ya metirsîdar de li Xezeyê 2 leşkerên siyonîst hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn. Her wiha artêşa siyonîst ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de 13 leşkerên vê rejîmê di encama pevçûnên bi hêzên berxwedanê yên li Xezeyê re birîndar bûne.
Eva halekê de ye ku tabûrên El-Qessam pêştir derbarê 2 kemînan li dijî leşkerên Rejîma Siyonîst li kampên Yebna û El-Şabûrê li Refehê agahî dan û ragihandin ku di operasyona taxa Tel El-Hewa dijî hêzên dagirker ên li Xezeyê de, 2 tankên Merkava yên hêzên dagirkebi du bombeyên Şewaz têk birin û leûkerek siyonîst jî di encama vê operasyonê de kuştin.
Di heman demê de berxwedana Filistînê 2 rokêtên erdê bo hewayê ber bi helîkopterên dagirker ên ku li taxên rojavayî yên bajarê Xezeyê difiriyan avêtin.
Di heman demê de Tabûrên El-Qessam bi weşandina karîkaturekê henekên xwe bi xemsariya Netanyahu li hember jiyana girtiyan kirin.