Êrişa Tabûrên El-Qessam ser leşkerên siyonîst li mêhwera Netsarimê
Tîrmeh 19, 2024 07:50 Asia/Tehran
Tabûrên El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, pêncşemê şevê ragihand ku leşkerên siyonîst li mêhwera Netsarîm li Xezeyê kirine armanc.
Tabûrên El-Qessam ragihand ku wan leşkerên siyonîst li mêhwera Netsarimê bi topên hawanê yên giran ên kalîbêr têk birin û ziyanên canî li wan xistin.
Qessam bal kişande ser vê yekê ku helîkopterên Rejîma Siyonîst ji bo veguhestina kuştî û birîndaran li vê navçê rûnişt erdê.
Piştî derbasbûna zêdetir ji 9 mehan ji şerê Rejîma Siyonîst li dijî Zîvala Xezeyê, ev şer ku bi du armanca jinavbirina Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, hîna siyonîst negihîştine armancên xwe.