ِDewama cinayetên siyonîstan di 285-emîn roja jînosayda vê rejîmê û Amerîkayê li Xezeyê
Rejîma dagirker vê sibê di 285mîn roja êrişên berdewam ser Xezeyê û Rexê Rojava de,avahiyek li nêzîk kampa Nuseyratê ya penaberên filistînî li navenda zîvala Xezeyê bombebaran kir û hejmarek ji filistîniyan hatin kuştin û birîndarkirin.
Medyaya Filistînî derbarê êriaş hewayî ya îro ya Rejîma Siyonîst avahiya Culesê a li bakurê kampa Naseyratê li navenda zîvala Xezeyê agahî dan Di encama êrişa balefirên cengê yên dagirkeran ser avahiyekê li navenda zîvala Xezeyê de 7 filistînî hatine şehîdkirin û çend kesên din jî birîndar bûne.
Leşkerên siyonîst her wiha êrişî bajarê Cenîn ê li bakûrê Rexê Rojava kirin û li vî bajarî bi hêzên berxwedanê re ketin pevçûnê.Tabûrên El-Qessam li Cenînê ragihand ku li taxa El-Merah bi leşkerên siyonîst re ketine pevçûnê û bi pakêtên teqemeniyê ew kirine hedef.
Leşkerên siyonîst her wiha êrişî bajarokê Beyta li başûrê Nablosê, bajarokê Beyt Fecar li başûrê Beytlehmê û bajarokê Ezon li rojhilatê Qelqîliyê kirin û bi filistîniyan re ketin pevçûnê.
Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst mizgevta Ebdullah Ezam a li kampa El-Nuseyratê li navenda Xezeyê dan ber êrişan û di encamê de filistînîyek şehîd bû û 15 kes jî birîndar bûn.